Κυριακή 31 Ιανουαρίου 2021

Dem bi lez diherike

 

 

Weke namlûya ji guleyê xeyîdî
Weke tîra dev ji kevana xwe berdayî
Diperpitim di tûra bêjeyan de
Di hucreyên mejiyê min de îskan li hevdû dikevin
Di xweliya bîranînên min de, bayên rojhilat
Awazek bi bêhn belav dike
Bi beriqîna stêrka berbanga revînok re straneke doza min
Bi bêjeyên hêrî bi rûmet ve hatiye rêz kirin
Her bêjeyek destanekê mezin dike…
Her ku bi eşqekê li têlê saza dilevîn dide
Heybeta min belavî…
Çar sirûştan, çar sewdayan, çar parçeyan dibe…
Ger te ez nas nekirim, zemanim ez
Ger te ez nas nekirim, destanim
Ger te ez nas nekirim, evîndarê rojê me.
Her roj ji nûve hiltêm di dilê xakeke pîroz kirî de
Ger bedena min bi çarmixê ve hatibe şidandin jî
Di şevên tazî de bi awaza qaqlîbazên melûlî de
Dengê welatê ahengdar
Şahîdê vejîna asîmane û hûn
Bayên berbangê xwediyên barê hêvî û bêrîkirinê
Hildin meşeleya azadiyê, belav bikin
Xweliya dîrokê ji nûve vejînê
Ji heybeta çiyayên kû evîndarê wan bûme
Ji bedewiya ber avên çemê Dîcle û Firatê
Ji serî heya binî evîna min bibin ji tevahî Kurdistanê re…

Ji Pênûsa Şehîd Dilşad

 

Δεν υπάρχουν σχόλια:

Δημοσίευση σχολίου